Netenyahu: Em nahêlin Îran bigehe armancên xwe

Îsraîl gefên dijwar li Îranê dike
کوردستان TV
100%

 

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku Îran dixwaze binkeyên leşkerî li Sûriyê û Lûbnanê veke, lê em nahêlin bigihîje van armancan.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu li Washîngtona paytextê Amerîkayê di konferansa AIPACê de got: "Îran dinava hin tevgeran de ye. Ji bo Îsraîlê jinav bibe hewl dide ku li Sûriye û Libnanê binkeyên leşkerî ku bikaribe mûşekan û hêzên xwe lê bicivîne ava bike."

Benjamîn Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Lê Îsraîl wê ti carî rê nede ku Îran vê armanca xwe bi cih bîne. Eger Amerîka û Îsraîl bi hev re kar bikin wê bikaribin rê li ber van gefên wê bigrin."

Berî niha jî gelek caran Serokwezîrê Îsraîlê daxuyaniyên tund li dijî Îranê dabû, herî dawî jî piştî ku balafireke Îsraîlê li Sûriyeyê hat xistin, Netanyahu Îran bi wî karî tometbar kir û gefên tund li wî welatî kir.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.