Hêzên ewlekarî yên di bin kontrola Hamasê li Gaza bergumanekî serekî yê hewila kuştina Serokwezîrê Fîlîstînê, Rami Hamdallah desteser kir.
Bergumanê ku navê wî nehat eşkere kirin, di pevçûna bi hêzên ewlekariyê re hat birîndar kirin û du hêzên ewlekarî jî hatin kuştin.
Konvoya Hamdallah û berpirsê polîsên Fîlîstînî Majid Faraj di 13’ê Adarê de, li Gaza bûbûn armanca êrîşeke bombeyî, lê her du jî ji êrîşê filitîbûn.
Serokê Fîlîstînî Mahmûd Abbas roja Duşemê Hamas bi wê peqînê tawanbar kiribû.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Hamas kontrola Gaza di 2007’an de ji destê Fatah standibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin