Erbil 38°C Saturday 15 Nov 06:39

Îsraîl peymana ser koçberên Efrîqa radiwestîne

beriya niha dixwest wan dersînor bike
کوردستان TV
100%

 

Îsraîlê ragihandibû ku bi rêkeftineke bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re dest ji dersînorkirina bi hezaran koçberên Efrîqayî berdaye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku peymana bi NY’ê re rawestandiye.

Netanyahu bi rêya Facebookê xwe diyar kir ku di jinûve şertên peymanê binêrin û rexneyên dijî peymanê binirxînin.

Ofîsa Netanyahu dabû zanîn ku Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY’ê dê hewil bide ku bi hin welatên Ewrupa re peymanekê îmza bike.

Netanyahu diyar kiribû ku bi peymanê re 16250 koçber dê herin Kanada, Almanya û Îtalya.

Peyman, ji alîyê hin wezîrên Îsraîlê û hin komên din yên welêt ve bi tundî hatibû rexne kirin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.