Erbil 38°C Saturday 15 Nov 20:28

Komkara Erebî derbarê Sûryê û destwerdanên Îranê civiya

behsa rola xirab ya Îranê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Şahnişîna Siûdyê Komkara Erebî civiya û mijarên Sûrya û Yemenê û destwedanên Îranê gutûbêj dike.

Komkara Erebî di gera xwe ya 29an de, li bajarê Zehran yê Siûdiyê civiya, ku hejmarek ji berpiris û serkirdeyên navdewletî amade dibin. Di nav wan berpirsên diyar de, sikirtêrê Netewên Yekgirtî Antonyo Goteres û berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Federika Mogarini jî beşdarî civîna Komkara Erebî dibin.

Li gorî bernameya karê Komkarê, wê 18 xal bêne gotûbêjkirin û di serê wan de, doseya Sûryê û Yemenê û destwerdanên Îranê di karûbarên welatên Erebî de.

Duh her yek ji Siûdiyê û Qeter û Behrên piştevaniya xwe ji operasyona Amerîkî, Frensî û Birîtanî re dan xuyakirin, ku li dijî bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê hat encamdan.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.