Saziya sivîl a Child Focusê ku li Belçîkayê xebatên li ser zarokên winda û yên rastî destdirêjiyê tên dike raportek weşand û ragihand k udi sala 2017an de hejmara zarokên pênaber ku winda bûne li gor salên borî pir zêde bûye.
Li gor raportê di sala 2015an de 277, di sala 2016an de 284 zarok winda bûn û ev reqem di sala 2017an gihîşte 618an. Sazî mirovî guman dike ku ev zarok ketibin destê kesên kedxwar.
Child Focusê di berdewamiya raporta xwe de dibêje, ev reqem beşeke biçûk a pirsgirêkên mezin e, em hewl didin zarokan bişînin navendên parastinê lê gelek zarok ji bo derbasî welatekî din bibin direvin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin