Balefirên hevpeymanî êrîşî ser dawetê kirin û 20 kes kuştin û 40 kesên din jî birîndar kirin.
Hat ragihandin ku balafirên şer ên koalîsyona erebî li bajarê Hacce yê Yemenê êrişî dawetekê kir, di encama êrişê de 20 kes hatin kuştin û 40 jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên berdest, balafirên şer ên koalîsyona erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike li bakurê Yemenê êrişeke hewayî li dar xist, di encama êrişê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 20 kes hatin kuştin û zêdetirî 40 kesî jî birîndar bûn.
Êriş li bajarê Hacceyê li hemberî dawetekê pêk hat û li gor agahiyan di nava sivîlên kuştî de bûk jî heye.
Hefteya borî roja înê balafirên şer ên koalîsyona erebî dîsa êrişek pêk anî bû û di êrişê de 18 kesan canê xwe ji dest dabû. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî di operasyonên koalîsyona erebî de zêdetirî 10 hezar sivîl canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin