Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman got, ger hêzên artêşa Îranê êrîşê Tel Avîvê bikin, em ê jî Tehranê bikin hedef. Serokê dînî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney jî bang li hemû welatên mislimanan kir ku li hemberî Amerîka û dijminên din bibin yek.
Lieberman ji bo malpera nûçeyan a Erebistana Siûdî ya bi navê Elaphê axivî û got, "Îsraîl şer naxwaze. Lê ger Îran êrîşê Tel Avîvê bike, em ê li Tehranê bidin."
Liebermanê ku ji bo serdaneke fermî li Amerîkayê ye, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin, "(Ger Îran Tel Avîvê bike hedef) em ê hemû baregehên leşkeri yên Îranê li Sûriyeyê tune bikin. Berdêla wê çi dibe bila be."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin