Firoşger û kolberên li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdisanê greva dijî girtina sînor û danana bacên zêde didomînin.
Piştî ku hikûmeta Îranê deriyên sînorî girtin û bacên ser tiştên ku ji derve têne anîn, bilind kir, Kolber, karker û firoşgeran, ev 13 roj in ku protestoyên xwe li dijî ev biryara hikûmeta Îranê didomînin.
Xwepêşanderan maseyên vala û kon danan ku siyaseta hikûmetê Îranê ya birçîhêstina gelê xwecîhî protesto bikin.
Greva xwediyê firoşgeh û xwaringehan û kolberan di 15’ê Nîsanê de li Baneh û Javanrud destpê kir û dû re gelê Merîwan û Pîranşar ji tev li wan bûbû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin