Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû duh îdîa kir ku "100 hezar belgeyên di arşîva nepen a têkilîdarî programa çekên nûklerî ya Îranê de bi dest xistine" îro bi CNNê re axift û got, "diyar kir ku ji bo "vekolîna materyalên nû, bangî Amerîka, Brîtanya, Fransa û herwiha Pûtînî kiriye ku pisporan bişînin."
Netenyahû bi televziyona CNNê ya amerîkî re axift û got ku xwest tevahiya dinyayê îdîayên wî bibihîzin ku delîl di destê wî de li ser programa nepen a Îranê ya nûklerî de hen, lewra bi ingilîzî axivî.
Serwezîrê îsraîlî got, "ez wiha bawer dikim ku hejmareke mezin ji cemaweran ven encamên balkêş ên me bi dest xistine bibihîze."
Ev daxuyaniya Netenyahûyî ya îro, bi rojekê piştî daxuyaniya wî ay duh de tê ku ragihandibû ku delîl di destê wî de hene ku li gel peymana nûklerî ya piralî jî, Tehran xebateke nepen dike.
Li ser pirsyara bê gelo Îsraîl amade ye şerê Îranê bike, serokwezîrê îsraîlî got, "ti kes li vî awayê geşedanan nagere….Îran e ya ku rêbazên li herêmê diguherîne."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin