Li gor encamên nefermî yên hilbijartina Libnanê, Hîzbulah û hevalbendên vê yên siyasî piraniya korsiyên parlamentoyê bi dest xistin.
Psporên siyasetê didin zanîn ku encama hilbijartinê nîşan didin ku li herêmê Îranê xurt bûye.
Hîzbulah, ku di lîsteya terorê ya Amerîka de ye, bo piştgiriya Beşar Esad ketibû nav Sûriyê jî.
Di hilbijartinê de, partiya Serokwezîrê Libnanê Sad Harîrî, Tevgera Mustaqbel, ku welatên rojava û Erebîstana Siûdî piştgirî didanê, di rêjeyeke kêm de ma.
Li meclîsa Libnanê 128 kursî hene, û li ber e ku koma mezin ya Sunî bi pêşengîya Harîrî çêbe. Ew jî nîşan dide ku hikûmeta nû dibe ku bi seroktîya Harîrî ava bibe.
Li gor pergala siyasî ya Lubnanê, ku piştî şerê navxweyî hat çêkirin, divê serokwezîr Sunî be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin