Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 17:17

15 parlamenteran piştgirî dan greva kasibkaran

parlementerên Kurd piştgîrî dan kolberan
کوردستان TV
100%

15 parlamenterên Kurd li parlamentoya Îranê piştgirî dan greva giştî ya kasibkaran û diyar kirin ku ger daxwazên kasibkaran pêk neyên, wê îstifa bikin.

Piştî ku rejîmê bazirganiya sînor û kolbertî qedexe kir, di serî de li bajarê Bane û Ciwanro li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên esnafan ên boykotê pêk hatin û ev çalakî ketin roja xwe ya 22’yan. Parlamenterên Rojhilat jî piştgirî dan çalakiyan. 15 parlementerên di parlamenta Îranê de ne duh li parlamentê di derbarê mijarê de pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamentê kirin. Parlementeran gotin heke daxwaz pêk neyên wê îstîfa bikin.

Parlamenterê Mahabadê Mahmud Salihî di derbarê pêşniyaznameyê de daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku li Rojhilat nêzî 7 mîlyon kes bi bazirganiya sînor û kolbertiyê debara xwe dikin. Salîhî got "Astengiyên ji kolberan re tên derxistin û rawestandina bazirganiya sînor, gelê me bi tengasiyên debarê re rû bi rû hiştiye."

Salîhî ragihandin ku di derbarê mijarê de Serokomar Hasan Rûhanî vexwendine parlamentê û raber kirine, heke daxwaz neyên pêkanîn wê îstîfa bikin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.