Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ber bi Moscowê bi rê ket.
Nêçîrvan Barzanî li Moscowê beşdarî bîranîna serkeftina şerê mezin ê Niştimanî (Şerê Cîhanî yê Duyem) dike.
Piştî ku sibe (09-05-2018) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma bîranînê bibe, wisa tê çaverêkirin ku beşdarî çend gotûbêjên giring û dualî jî bibe, di nav wan de jî civîna dualî ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Rosneftê Îgor Sîçîn, ji aliyê ofîsa Vladimir Putin ve hat vexwendin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin