Erbil 38°C Thursday 18 Sep 04:47

Tedbîrên pêwîst bo parastina ewlehiya hilbijartinan hatine girtin

wezîrê navxwe dibêje tevahiya tedbîrên hevce hatine stendin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand, di roja hilbijartinan de hatin-çûn di navbera parêzgeha û bajarên Kurdistanê tê sekinandin.

Îro li Hewlêrê civînek li ser çawaniya parastina ewlehiya hilbijartinên parlamentoya Iraqê hat lidarxistin. Piştî civînê, Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî û parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê her wiha nûnerê Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê li Kurdistanê Mazin Ebdulqadir derketin pêşberî kamerayan.

Kerîm Şingalî da zanîn ku tevahiya tedbîrên pêwîst bo parastina ewlehiya hilbijartinan û sindoqên dengdanê hatine girtin û got, roja hilbijartinan yanê 12 mehê hatin-çûn di navbera bajar û parêzgehan de tê sekinandin.

Şingalî da zanîn ku sibê dengdana taybet e û got, sibê hêzên polîs û Pêşmerge deng didin. Kesên nexweş jî dê roja hilbijartinan li nexweşxaneyan deng bidin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.