Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 17:22

Wezîrên Ewrûpî û rayedarên Îranê dicivin

vê giftûgo li ser biryara Trump bikin
کوردستان TV
100%

Bo giftûgo kirin li ser biryara Amerîka ya vekişîna ji peymana navokî ya bi Îranê re, wezîrên derve yên Almanya, Brîtanya û Fransa dê roja duşemê bi karbidestên Îranê re bicivin.

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian ji medyaya Fransa re dîyar kir ku ew dê di civînê de ser siberoja peymana navokî danûstandinan bikin.

Le Drian da zanîn ku li gor sazîyên navneteweyî Îran peyman binpê nekiriye û got ku ‘’Na, peyman pûç nebûye’’

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas jî dê sibê Pêncşemê here Moskowê û bi karbidestên Rûs re ser biryara Amerîka biaxife.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, do Sêşemê ji ajansa Interfax re dabû zanîn ku ewê Rûsya ji peymana navokî dernekeve.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.