Erbil 38°C Thursday 18 Sep 04:45

Mensûr Barzanî: Pêşmerge deng dide wan ên ku berevanî li Kurdistanê kirin

Mensûr Barzanî behsa bijardeya baş bo xelkê dike
کوردستان TV
100%

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mensûr Barzanî beşdarî proseya dengdana taybet bû û ragehand, Pêşmerge deng dide wan aliyên ku berevanî li axa Kurdistanê kirine.

Îro 10.05.2018ê fermandarê Leşkerê Taybet û Gulan Mensûr Barzanî li bajarê Zaxoyê beşdarî proseya dengdana taybet kir û deng da.

Demjimêr 07:00ê serê sibê dengdana taybet li 492 binkeyên dengdana taybet li hemû bajar û navçeyên Iraqê û herêma Kurdistanê destpê kir û heta 18:00ê êvari dê berdewam bike.

Piştî ku Mensûr Barzanî dengê xwe bikaranî daxuyaniyek rojnamevanî da û daxwaz ji hemwelatiyan kir biçin ser sindoqên dengdanê û deng bidin.

Fermandar Mensûr Barzanî ku xwedî roleke giring ê şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ye, hêvî xwest ku aliyên Kurdistanî di dema çarem a parlamentoya Iraqê li Bexdayê kar bo bidest xistina mafên herêma Kurdistanê bikin ku hîn nehatine bidest xistin.

Mensûr Barzanî ragehand, çawa Pêşmerge xwîna xwe bo Kurdistanê rijand, îro jî biçin ser sindoqên dengdanê û deng bidin wan kesan ku baweriya wan pê heye.

Mensûr Barzanî got, Pêşmerge azad e deng bide kîjan aliyekê û Pêşmerge baş dizane kîjan aliyekê berevanî li axa Kurdistanê kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.