Îro li Xaneqînê çekdarên ser bi tevgera Bedir êrîşî berbijêrêkî PDKê kirin û bi dijwarî birîndar kirin.
Îro li bajarê Xaneqînê di dema destpê kirina prosesa dengdana taybet de çekdarên ser bi tevgera Bedir yaku beşeke ji çekdarên Heşda Şebî, êrîşî ser berbijêrê PDKê Irfan Sedolah kirin û bi dijwarî birîndar kirin.
Irfan Sedulah di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re ragihand ku îro danê sibê dema ku ji mala xwe ber bi navçeya Seidiyeyê ve diçû, zêdetir ji 20 çekdarên tevgera Bedir tirimbîla vî rawestandine û êrîşî ser vî kirine û bi tundî birîndar kirine.
Sedulah got: Dema min got ku ez kandîdê PDKê me li parêzgeha Diyalayê ev çekdarên han hîn zêdetir û tundtir êrîşî ser min kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin