Erbil 38°C Saturday 13 Sep 15:33

Xwepêşandana mamostayan li rojhilatê Kurdistanê destpê kir

li seraserê Îranê xwepêşandan destpê kir
کوردستان TV
100%

Mamostayên kurd li bajarên Kurdistanê û heman demê de li bajarên din ên Îranê li pêş îdareya perwerdeyê civîna nerazîbûnê û xwepêşandan hatin kirin.

Li gor raporta Saziya Mafê Mirov a Hengaw îro 10.05.2018ê, mamostayên kurd li bajarên Îlam, Kirmaşan, Sine, Merîwan û Seqizê û heman demê de li gel mamostayên bajarên din ên Îranê li pêş îdareya perwerdeyê civîna nerazîbûn û xwepêşandanê hatin kirin.

Yek ji mamostayên bajarê Seqizê ji heman çavkaniyê re ragehand: ‘’Em dixwazin xwandin bi zimanê dayîkî bibe û herwaha em dixwazin rewşa perwerdê baştir bibe.’’

Herwaha li bajarê Kirmaşanê mamostayên kurd bi xwandina sirûda ‘’Hevalê Xwandevan (Yar Dibistanî)’’ li pêş îdareya perwerdeyê civiyan û daxwaza bicîh anîna xwastekên xwe kirin.

Mamostayên kurd li bajarê Merîwanê jî daxwaza bicîh hatina xwestekên wan ên çînî kirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.