Schulmy: Em nirxandinên qesabê tirk ê ku li Sûriyê kurdan bombebaran dike, qebûl nakin

parlementerekî îsraîlî ji erdogan re dibêje qesabê kurdan
کوردستان TV
100%

Piştî aloziyên li Xezeyê ragêşiya dîplomatîk ya di navbera Tel Avîn û Enqerê de derkete asta herî bilind. Hindek parlementerên îsraîlî bang kirin ku ‘qirkirina ermenan' were naskirin. Schulmy jî got "Em nirxandinên exlaqî yên qesabê tirk ê antîsemîtîk ê ku her roj li Bakurê Sûriyê bi hezaran kurdan bombebaran dike, qebûl nakin."

Li gorî nûçeya Jerusalem Postê parlementerê Yekîtiya Siyonîstan Itzik Shmuly û parlementerê partiya Serokwezîrê Benyamîn Netanyahu Likuadê Amir Ohana diyar kirin ku, dibe ji bo ku li Îsraîlê bibe welatê 30emîn ku ‘Qirkirina Ermenan' nas dike pêşnûmayek (Knesset) pêşkêş bikin.

Demek berê hewildanên pêşnûmaya naskiriba ‘Qirkirina Ermenan' ji bo peywendiyên herdu welatan zirarê nebîne hatibû redkirin.

‘Parlementerê Partiya Yekîtiya Siyonîst Schulmy amajê pê kir ku pêwist bû Îsraîlê jî zû de ‘Qirkirina Ermenan' nas kiribûya. Schulmy "Em nirxandinên exlaqî yên qesabê tirk ê antîsemîtîk (dijberê cihûyan) ê ku her roj li Bakurê Sûriyê bi hezaran kurdan bombebaran dike, ê ku welatê wî berpirsê qirkirina ermenan û bobelata li dijî siryanan e, qebûl nakin."

Piştî êrîşa Mavi Marmarayê li pêşberî konsulaneya li Qudsa Rojhilat filistînî xwenîşandek tê lidarxistin

Parlementerê Likudê Ohana jî wiha axift, "Ji bo dabînkirina dadweriyê hêj ne dereng e Dem hat ku bê edaletiya seyr bi awayekî fermî were naskirin. Pêwîst bû me ji zû de nas kiribûya."

Ji aliyê din ve çavkaniyek din ji heman rojnameyê re axivî û da zanîn ku ‘mijar hesas e' û biryara dawî ya naskirina ‘qirkirina ermenan' dê Serokwezîr Netanyahu bide.

Wezareta Derve derbarê mijarê de ti daxuyanî nedan.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.