Di berdewamiya ceza û dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê de, Waşingtonê dorpêç xiste ser Serokê Banka Navendî ya Îranê.
Wezareta Darayî ya Amerîkayê, Serokê Banka Navendî ya Îranê, Welîyullah Sêyf û Banka Bîlada Îslamî ya Iraqê bi tometa alîkarîkirina Supaya Quds a Îranê xiste nava lîsta dorpêçên li dijî Îranê de.
Serokê Banka Navendî ya Îranê bi vê yekê tometbar e ku bi milyonan dolar alîkariya Hizbullah a Lubnanê û Supaya Quds a Îranê kiriye, ku li gorî Amerîkayê ew yek weke piştîvaniya li terorîzma navdewletî tê hesibandin.
Ev ceza ya li dijî Îranê di çaçroveya wan zincîre ceza û dorpêçên aborî de ye, ku Amerîkayê piştî vekişîna ji rêkevtina etomî ya li gel Îranê, li dijî rejîma Tehranê dane.
Amerîka di 6ê vê mehê de ji rêkevtina etomî ya li gel Îranê vekişiya. Piştre Amerîkayê çend kompanî û kesatiyên îranî xiste nav lîsta ceza û dorpêçên aborî yên li dijî Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin