Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 17:27

400 Hezar kirmanşanî di nava kavilan de dijîn

hikûmeta Îranê jî bo wan tiştek nekiriye û nake
کوردستان TV
100%

Zêdetirî 400 hezar welatiyên Kirmaşan di malên xirabûyî yên kavil de dijîn. Ji ber şert û mercên nebaş, welatî gelek zorî û zehmetiyan dikêşin.

Li gorî daxuyaniyek ya rêveberê giştî yê saziya rêk û cadeyan yê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê Mesud Şerîf, ji sedê 35 hemwelatiyên navenda Kirmaşan, di malên xirabûyî yên kavil de dijîn. Herwiha welatî di wan kavilan de tu xizmetek ji kesê nagirin û di nava şert û mercên xirab de dijîn.

Şerîf diyarkir ku nêzîkî 100 hezar xaniyên nîv çêkirî, li Kirmaşan hene. Divê ev xanî hemû werin çêkirin. Herwiha Şerîf got; “Li Kirmaşan gelek taxên ne fermî hene. Ev yek tê paşguhxistin.”

Hêjayê gotinê ye, li gorî rêjeya navenda peywendiyên Hikûmeta Îranê, nêzîkî 19 milyon welatî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di xanî û taxên xirab bûyî de dijîn. Di deh salên dawî de ev hêjmar hê zêdetir bûye.

Li gorî çavdêran, ji ber ku Îran ji bo gundan tu xizmetê nake, welatî neçar dibin berê xwe didin bajaran. Dema ku welatî berê xwe didin bajaran jî, neçar dibin li malên xirab bûyî yên bajaran bicih bibin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.