Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek da û got ku Amerîka li dijî Îran û tevgerên wê, hewl dide ku hevpeymaniyeke nû ava bike.
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wê di 21ê vê mehê de gotarekê bide û exlebe li ser xeterbûna Îranê bisekine ku ji bo vê yekê hinek tedbîr bêne standin.
Berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Heather Nauert jî di derbarê mijarê de axivî û got Amerîka ji bo hevpeymaniyeke nû dixebite. Lewra Îran ji bo herêmê bi her rengî talûke ye. Ji bo ku em vê talûkeyê asteng bikin, em ê bixebitin.
Nav hatî derbarê civîn û hevdîtinên navbera Tirkiye û Amerîkayê yên derbarê Minbicê de jî diyar kir ku ev hevdîtin bêyî encam mane û Amerîka û Tirkiye li ser vê mijarê lihev nekirine
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin