Hêza wan erdhejan 4.5 û 3.5 bûye.
Komîteya seqanasiyê ya li Silêmanî ragihand ku îro du erdhejan sînorên navbera Kurdistan( Başûr û Rojhilat) û Îranê hejandine.
Li gor daxuyaniya komîteya han ev du erdhej li sînorên parêzgeha Kirmanşan li Rojhilatê Kurdistanê û Silêmanî li Başûrê Kurdistanê dane.
Di daxuyaniyê de hatiye ku hêza erdheja yekem 4.5 û hêza erdheja dudiyan jî 3.5 pile li ser pîwera rêxter bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin