Îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê ew plan pûç kiriye.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê yaku bi Şîn Bit tê nasîn kariye di encama operasiyonekê de plana teror kirina Serokwezîrê Îsraîlê pûç bike.
Çapemeniya Îsraîlê li ser navê Şîn Bit veguhastiye ku plana teror kirina Netanyahu ji aliyê Sûriyeyê vehatibû dariştin û kesê ku hewl daye plana cîhbicîh bike di nava kempeke penaberan de bûye.
Şîn Bit herwiha diyar kiriye ku bergomanê ku hatiye girtin navê vî Mihemed Rashed e û bo amadekariyên cîhbicîh kirina planê û herwiha gehandina zirarê bi balyozxaneya Amerîkayê ya li Qudisê li ser navê konsulusxaneya Sûriyeyê hatiye Qudisê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin