Erbil 38°C Thursday 18 Sep 13:27

Serok Barzanî: Bo çareseriya kêşeyan derfetên nû der ketine

Serok Barzanî dibêje em hewlên cidî didin
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li ser rewşa Îraqê twittek belav kir.

Serok Barzanî îro li ser pêgeha xwe ya li twitterê derbarê rewşa Îraqê de twîttek weşand û têde nivîsand: Piştî hilbijartinên 12ê Gulanê li Îraqê hevdem li gel hebûna têbîninên zêde yên li ser çawetiya birêveçûna prosesa hilbijartin û encamên wan, lê rewşeke nû û derfetên nû der ketine bo çareser kirina kêşeyên heyî.

Li ser vê esasê lazime di wan derfetan de gelek bi hûrî kar bi prensîbên hevbeşî, tewafoq û hevsengî were kirin nek weke berê ku tenê aliyek biryar  li ser proseya siyasî û birêvebirina welat bide.

Di bin sêya wan prinsîban de em jî hewlên cidî didin daku aliyên serekî bigehêjin encaman û li gor me pêbend bûn bi wan prinsîban dibe sedema çareseriya bingehîn ya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û prosesa siyasî ya Îraqê bigiştî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.