Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 22:12

Li Serdeştê du leşkerên din yên Îranê hatin kuştin

aliyên kurdî hin jî di vê derbarê de ti daxuyanî nedane
کوردستان TV
100%

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Serdeştê şer derket. Di encama şêr de 2 leşkerên Îranê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan ya Îranê ya Fermî IRNAyê, duh li Serdeştê seat li nêzîkî 23:00yan di navbera leşkerên Îranê yên hidûdan û hijmarek çekdarên dî de şer derketiye. Di encama şêr de du leşkerên bi navên Yusuf Pirane û Mahbub Qurbanî hatine kuştin.

Heta niha nehate zelalkirin ku ev koma çekdaran, girêdayî kê ne. Lê belê li vê herêmê, berî niha gelek caran di navbera şaxê PKKê yê Îranê, PJAK û leşkerên Îranê de şer û pevçûn çêbûbûn.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.