Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 22:14

9 pasdarên Îranî hatine kuştin

herî kêm 18 pasdarên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Pêşmergeyên Kurdistanê derbeke dijwar li spaha Îranê dan.

Hizba demokrata Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê yên ser bi hizba demokrata Kurdistanê li şerê bajarê Şino de derbeke gelek dijwar li spaha pasdaran û caşên ser bi spaha pasdaran dane.

Li gor daxuyaniya han di şerê du rojên derbasbûyî ya li devera Şinoyê yaku di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistan û spaha pasdaran de qewmiye, herî kêm 9 pasdar hatine kuştin û 18 pasdarên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de behsa vê yekê kiriye ku ti pêşmergeyeke me şehîd neketiye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.