Îran dibêje ti lihev kirineke me li gel Tirkiyeyê tuneye.
Li gor çapemeniya Îranê Peyvdarê hêzên leşkerî yên Îranê Ebulfezil Şikarçî bersifa gotinên wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Nûredîn Canikilî daye.
Şikarçî gotiye: Îran bêyî hebûna lihev hatin û rêkeftinên fermî li gel welatan, hêzên xwe bi ti awayî bo ti şerekî bi taybetî şerê dijî terorê naşîne ti welateke cîran.
Şikarçî herwiha diyar kiriye ku heta niha derbarê operasiyona hevbeş ya dijî Qendîlê li gel Tirkiyeyê, ti rêkeftin anjî lihevhatinek li gel Tirkiyeyê nehatiye kirin.
Şikarçî diyar kiriye ku Îranê bi ti awayî vê yekê bi rast nabîne ku xaka welateke din bo şerê were bikaranîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin