Li gor jêderên nûçeyan, berbanga îro sêşemê hikûmeta Îranê welatiyeke Îranî yê bi navê Mihemed Selasî yê ku şêniyê devera Birûcerd ya li parêzgeha Loristanê ye, bêyî ku tawana vî li ser were îsbat kirin darde kir.
Li gor jêderên nûçeyan Mihemed Selasî, yek ji derwêşên Gunabadiye ku beriya çend mehan li gel polîsên Îranê bişer hatibûn û tawana kuştina du polîsan dane ser Selasî.
Parêzerê Selasî diyar kiriye ku li dadgehê bi ti awayî tawana Selasî nehatiye îsbatkirin lêbelê Dadwer biryara darde kirinê der kiriye û îro berbanga sibê Selasî li girtîgehê hatiye dardekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin