Li başûrê Îranê şer û pevçûn qewmiye.
Çapemeniya Îranê belav kir ku îro li gundevarên ser bi bajarê Zabulê ya li Başûrê Îranê di navbera hêzên pasevanên sînor yên Îranê û tevgereke çekdar de pevçûn qewmiye.
Çapemeniya Îranê behsa vê yekê dike ku li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, şer di navbera çekdarên Ceyiş Eledil û hêzên pasevanên sînor yên Îranê de şer qewmiye û di encama şerê han de du leşkerên Îranî hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.
Li gor çapemeniya Îranê li deverê operasiyoneke mezin hatiye destpêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin