Îran ji hewldanên vê dawî yên Amerîkayê gelek ditirse.
Wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cevad Zerîf diyar kir ku armanca dijminên Îranê ewe ku Îran ji nav bibin.
Cevad Zerîf derbarê rêkeftina etomî ya navbera welatên Rojavayî û Îranê de jî diyar kir ku serkeftinê rêkeftina han bo Îranê gelek girînge û sernekeftina vê rekeftina han jî bo Îranê metirsiyeke gelek mezine.
Zerîf herwiha eşkere kir ku Îran dikare ku karek bike daku ev rêkeftina han serkeftî be lê lazime were zanîn ku sernekeftina vê rêkeftinê bo Îranê gelek metirsîdare.
Zerîf di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku eger rewş her wisa be vê Îran jî di qonaxekê de ji vê rêkeftinê vekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin