Kompaniya asmanî ya Holendî geştên xwe bo Îranê radiwestîne.
Kompaniya KLM ya Holendî ya bo geştên asmanî îro belav kir ku jiber vekêşana Amerîkayê ji peymana etomî y ali gel Îranê û ev gemaroyên ku Amerîka li ser Îranê disepîne, biryar daye ku ji niha û pêde ti geşteke asmanî bo Îranê organîze neke.
Li gor daxuyaniya KLMê vê geşta dawî ya Holendayê bo Îranê di 22ê Hezîranê de be û ev balefir ku 22ê Hezîranê diçe Tehranê vê di roja 23ê Hezîranê vegere Holenda û pişt re geştên asmanî yên Holenda bo Îranê werin rawestandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin