Li gor jêderên herêmî li devera Ormiyeya Rojhilatê Kurdistanê, îro hêzên pasewanên sînor yên rejîma Îranê, li nêzî sînorê navbera Îran û Tirkiyeyê de, 4 welatiyên Kurd yên Bakûrê Kurdistanê biçav kirine.
Li gor jêderên nûçeyan, welatiyên biçavkirî bo girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyeyê hatine veguhastin.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku ev her çar welatiyên Bakûrê Kurdistanê şiwan bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin