Şêwirmendê rayberê Îranê dibêje hêzên Îranî li Sûriyeyê dimînin.
Şêwirmendê raberê Îranê Elîekber Welayetî ku niha li Rûsyeyê ye, piştî civînên xwe yên li gel rayedarên Rûsyayê di presskonferansekî de diyar kir ku Îran û Rûsye bi hevre karîne zêdetir ji sedî 80ê axa Sûriyeyê ji terorîstan paqêj bikin.
Derbarê vekêşana hêzên Îranî yên li Sûriyeyê de, Welayetî diyar kir ku heta hêzên Rûsî li Sûriyeyê hebin vê hêzên Îranî jî li Sûriyeyê hebin û Îran bi ti awayî hêzên xwe li Sûriyeyê venakêşe.
Hêjayê gotinê ye ku beriya civîna Welayetî li gel rayedarên Rûsyeyê, Serokê Rûsyayê li gel Serokwezîrê Îsraîlê civiya bû û di civînê de Serokwezîrê Îsraîlê zext li Rûsyeyê kiriye daku Îran neçar bike hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin