Şîrîn Îbadî: Reh û rîşeya pirsgirêkên Îranê di yasaya bingehîn de neAjansa Kurdpa: “Şîrîn Îbadî” Çalakvana Mafê Mirovan û hilgira xelata aştiyê ya “Nobel”ê, da xuyakirin ku, yasaya bingehîn ya Hikûmeta Îranê, bi dilxweşkirineke nezanane û baweriyeke korane ya xelkê di referandoma sala 1358`an de hatiye pejirandin.
“Şîrîn Îbadî”, di nivîsekê de ji bo rûpela “Dîdgah” ya nûçegihaniya “D.W” a beşa farsî derheqê yasaya bingehîn ya hikûmeta Îranê nivîsiye ku:
Bi çavlêkirineke kurt û bilez li yasayê bi başî dikarî şûnpiyê dagîrkariya fikirî di bingeha komara Îslamî de diyar bikî.
Esla çar ya yasayê dibêje ku: “Hemû yasayên medenî, dadwerî, aborî, îdarî, çandî, leşkerî, siyasî û …hwd, dibe li gorî biryarên yasayên îslamê bin”.
Herwisa navbirî nivîsiye ku: Hem Hêza Dadwerî, û hem jî Dezgeha Birêveberî û hem jî Dezgeha Yasadanînê, her sê di bindestê yasaya rêberê hikûmeta Îranê de ne, û her demî bixwze dikare destêverdanê tê de bike, û li gorî fikra şexsî a xwe, wan bi kar bîne, û îslam jî tenê di hebûna rêber de hatiye komkirin, û her welatekî din ku di bin vê yasayê debê îdarekirin,wê bigihîje binbestên siyasî, weke eva ku îro di Îranê de çê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin