Erbil 38°C Thursday 20 Mar 19:45

Amerîka, Îsraîl û Misrê; Tirkiye tehdîd kirin

sê welat bi hevre gefan li Tirkiyeyê dikin
کوردستان TV
dema xwendinê kêmtir ji (150 peyv)
100%

 ji ber tewra Tirkiyê di heman demê de hem ji Îsraîl hem ji Amerîka û hem jî ji Misrê; li dijî Tirkiyê tehdîd hatin.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  di konferansa Qibrisê de ya li aliyê Rûman Îsraîl û Misrê  gef li Tirkiyeyê kirine û Misir behsa bikar anîna hêza leşkerî jî kiriye.

Li paytextê Qibrisa Rûman konferansa bi navê “Rûmên Derve” hate lidarxistin. Balyozên Îsraîl, Misir û Amerîkayê yên li Qibrisê beşdarî vê konferansê bûn.

Balyozê Îsraîlê Aammy Ravel di konferansê de got Tirkiye li dijî lêgerîna neftê ya Rûman disekine. Ev tahrîk e, ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku Tirkiyê tehdîdan dike, ez hêvî dikim ku Îsraîl mecbûr nemîne ku mudaxeleya leşkerî bike.

Balyozê Misrê Mai Taha Muhammed jî got ku heke lazim bibe, em ê li dijî Tirkiyê hêza leşkerî bi kar bînin.

Balyozê Amerîkayê Cathleen Doherty jî got ku tewra Tirkiyê ya li dijî Rûman nayê qebûlkirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.