Erebistana Siûdî ku hevdem di şerê dijî husiyên ser bi Îranê li Yemenê de, pêşengiya hevpeymaniya welatên erebî dike, ragihand ku, hêzên hevpeymaniya erebî navendeke mezin ya mûşekî a husiyan jinav biriye.
Li gor daxuyaniyê ev navenda han ya mezin li bakûrê Yemenê bûye û ji wir ve êrîşî ser Siûdiyeyê hatiye kirin.
Ev navçeya ku navenda mûşekî têde bûye navçeyeke hevsînorê Siûdiyeyê û di destpêka şerê Yemenê de heta niha Siûdiye kariye çend mûşekên husiyan ku ber bi Siûdiyeyê ve hatibûn teqandin jinav bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin