Koşka Kremlînê daxuyaniyek weşand û têde behsa rewşa Sûriyeyê kir û da zanîn ku tê payîn di destpêka meha Îlonê de bo giftûgo kirin li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê, serokên Rûsye, Îran û Tirkiyeyê bicivin.
Li gor daxuyaniya han vê ew civîn li Tehranê were lidarxistin û berdewamiya civînên berê yên wan her sê welatan yên li ser rewşa sûriyeyê ye.
Ev civîn di demekê deye ku şerê li Sûriyeyê hêdî hêdî ber bi dawî ve diçe û niha hêzên artêşa Sûriyeyê dest bi amadekarî bo operasiyona Îdlibê kirine û rejîma Sûriye, Îran û Rûsiya daxwazên cîhadiyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgîrî kirin ji Îdlibê werin derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin