Hizbulah a Libnanî dibêje serkirdeyê wê li gel şandeka Husiyên Yemenê civiyaye.
Hizbulaha Libnanê îro belav kir ku Serokê hizbulahê Hesen Nesrela li gel serokê şandê, peyvdarê Husiyan Mihemed Ebdulselam kom bû ji bo gutûbêjkirina pêvajoyên dawî yên şerê navxweyî yê Yemenê.
Li gor nûçeyeka voa Bawere ku Hizbulah rahênan û piştgiriyê pêşkêş dike ji bo serhildêrên Hosî yên ku li Yemenê şerê koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî dikin.
Hizbulah a ku ewjî wek Hosiyan piştgiriya Îranê werdigre, dibêje Hosî şerekî dijî Erebistana Saudî û imperyalîzma Amerîkî dikin.
Îran piştgiriya Hosiyan dike lê idîayên çekdarkirina wan red dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin