Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand ku Talîban beşdariya bo hevdîtinên Efxanistanê, ku dê li Mokowê pêk were, pejirandiye.
Li gor nûçeyeke voa Lavrov da zanîn ku Rûsya, Talîban vexwendiye civîna Efxanistanê ya 4’ê Îlonê û rêxistinê bersîveke erênî daye.
Lavrov got ku ew hêvî dike ku hevdîtinên Efxanistanê bi awayekî avaker derbaz bibin.
Lavrov diyar kir ku Rûsya bo ewlekarîya hemwelatîyên Rûs yên li Efxanistanê bi Talîbanê re danûstandin kiriye û hewil dide ku Talîban bi hikûmetê re diyalogê çêke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin