British Airways û Air France geştên xwe bo Îranê radiwestînin

Berîtanya û Franseyê jî pişt li Îranê kirin
کوردستان TV
100%

Kompaniya firînê British Airways û Joon ya girêdayî Air France ya Fransa ragihand ku dê ji meha pêş pê ve geştên ber bi Îranê ve rawestînin.

Li gor nûçeyeka voa kompaniyên her du dewletan da zanîn ku firînên ber bi Îranê ve êdî ‘’bi awayekî bazirganî nayên meşandin’’

Jiber ku riyala Îranê li hember dolara Amerîkî dadikeve, bo gelên Îranê karanîna firokê ji berê buhatir dibe.

British Airways da zanîn ku sefera dawî ya ji Londonê ber bi Îranê ve dê di 22’ê Îlonê de pêk were.

Kompaniya Brîtanya bi daxuyanîyekê ji rêwiyên ku dixwazin herin Îranê lêborîn xwest û dîyar kir ku dê pereyên rêwîyan bi şûnde bidin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.