Îsraîl li hember Îran û hizbulah biser dikeve

vê Îsraîl hem Îran him jî hizbulahê têk bibe
کوردستان TV
100%

Kanala NBC ya Amerîkî raportek derbarê rewşa Rojhilata Navîn de weşandiye û têde nivîsandiye ku di demekê de ku Îran gefa daxistina gerûya Hurmoz ya li başûrê Îranê dike, Amerîka jî hewl dide daku wisa li Îranê bike ku nikarêbe tişteke wisa bike. Ji ber ku beşeke zêde ya bazirganiya cîhanê di vê gerûya han de tê meşandin.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku Amerîka gehêştiye vê baweriyê ku bi ti awayî dawî li rewşa aloz ya Rojhilata Navîn nayê anîn, ji bilî şereke mezin.

Ev şera han jî vê di navbera Îran û Îsraîlê li deverê de vê biqewme û Îsraîl vê her yek ji Îran û hizbulaha Libnanê jî têk bibe û bi ser wan de zal bibe.

 

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.