Trump: Rewşa Îranê gelek aloze

Trump dibêje mimkune li gel Ruhanî bicive
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê Donald Turmp beriya civîna xwe ya li gel Şahzadeyê Kuwaitê derbarê Îranê de ji çapemeniyê re diyar kir ku niha rewşa Îranê gelek aloze û rayedarên Îranê jî di nava tirs û fikarên mezin dene.

Trump herwiha diyar kiriye ku tirsa rayedarên Îranê ewe ku çawe dikarin Îran weke welatek biparêzin lê vê fikarên wan jî bi dawî nebin.

Trump herwiha diyar kiriye ku niha em dixwazin bizanin ka Îranî amadene diyalogê bikin an na?

Trump ew yek jî anî ziman ku mimkune di dema civînên civata giştî ya NY li Newyorkê li gel Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî de bicive.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.