Her ev çend roje ku Rûsye û rejîma Beşar Esed operasiyona Idlibê bi awayekî berbelav destpê kirine, lê hîn jî biryareke yekalîker derbarê Idlibê de di navbera welatên garantor de nehatiye derkirin.
Li gor jêderên dîplomatîk vê sibê li bajarê Tebrîzê ya Îranê bi beşdariya her sê welatên Îran, Rûsye û Tirkiye civînek bi navê zirveya sê alî bo giftûgo kirin li ser rewşa Îdlibê û çawetiya derxistina cîhadiyan ji vê bajarê were lidarxistin.
Îran û Rûsye daxwaz dikin ku cîhadî bi her awayî dibe bila bibe ji Idlibê werin derxistin, lêbelê Tirkiye li dijî vê yekê ye û operasiyon û êrîşên asmanî yên Rûsyeyê jî ên bo ser Idlibê beriya civîna sê alî bi pêngaveke şaş bilêv dike.
Herwiha Amerîka jî ku bi hûrî çavdêriya rewşa Idlibê dike hişdarî daye Îran, Rûsye û rejîma Esedê ku lazime gelek hişiyar bin jiber ku nabe jiber 35 hezar cîhadiyan jiyana zêdetir ji 3 miliyon kes bikeve metirsiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin