Kuwait hêzên xwe dixe amadebaşiyê

ji rewşa aloz ya Îraqê bûye sedema fikaran li Kuwaitê
کوردستان TV
100%

Piştî aloz bûna rewşa Besreyê û zêde bûna nakokiyên navbera aliyên siyasî yên li Îraqê de, hikûmeta Kuwaitê biryar da daku tevahiya hêzên xwe yên leşkerî û ewlekarî bixe amadebaşiyê.

Li gor çapemeniya Kuwaitî, armanc ji vê biryarê amadebûna hêzên ewlekarî û leşkerî yên Kuwaitê ye bo rûbirû bûn li gel her bûyereke çaverê nekirî û herwiha fikarên vê yekê jî hene ku jiber aloziyên heyî yên li Îraqê, terorîstên li Îraqê bixwazibin derbarî axa Kuwaitî jî bibin.

Hêzên han bi hûrî çavdêriya rewşa Îraqê û deverên sînorî dikin.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.