Di çarçoveya dorpêçên Amerîkayê de yên li dijî Îranê yên ku vê di çarê meha 11an de destpê bikin, welatên cîhanî hêdî hêdî helwesta xwe ya li hember Îranê eşkere dikin.
Heta niha gelek welat û kompaniyên cîhanî yên mezin dawî bi kar û çalakiyên xwe yên li Îranê de anîne.
Her di vê çarçoveyê de îro kompaniya veguhastina asmanî ya Brîtanyayê British Airways belav kir ku vê di roja 22ê Îlonê de geştên xwe yên bo Îranê bi dawî bîne.
Weke tê zanîn heta niha çend kompaniyên din yên cîhanî weke KLM û Frans Airways jî ragihandine ku jiber dopêçên Amerîkayê dawî bi geştên xwe yên bo Îranê tînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin