Erbil 38°C Thursday 13 Nov 20:09

Parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan koça dawî kir

jiber kirîza dil canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Îbrahîm Ayhan, di encama kirîza dil de îro li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Îbrahîm di dema serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de kirîza dil derbaz kir û koça dawî kir.

HDP di berdewamiya peyama xwe de nivîsandiye; em di xemgînîyeke kûr de ne ku me hevalekî xwe yê tekoşer hinda kir ku tevahîya jîyana xwe bo aştî, demokrasî û azadî fêda kir û di vê rêyê de, bi wêrekî berdelên giran dan. Em dilovanî ji ruhê wî re dixwazin û jibo malbat û hezkirîyên wî û tevahîya gelê xwe re sersaxî dixwazin.

Ayhan di sala 1968’an de li Sêweregê, li Ruhayê hatibû û dinê. Ew di sala 2011’ê de, dema li girtîgehê bû wek parlamanter hatibû hilbijartin û nûnertiya bajarê Ruhayê kiribû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.