Di 9 mehan de 700 hezar malbet bar kirine

jiber bêkarî û qirîza darayî koç dikin
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeya ajansa Mihir ya Îranî, rewşa abûriya Îranê roj bi roj aloztir dibe û jiber vê yekê jî rêjeya bêkarî li Îranê gelek bilind bûye.

Li gor nûçeya ajansa han jiber rewşa aloz ya abûrî û herwiha zêdebûna bêkarî, di nava 9 mehên sala 2018an de zêdetir ji 700 hezar malbetên Îranî ber bi derveya welat koç kirine.

Ev demeke ku rewşa abûriya Îranê têk çûye, giranî gelek zêde bûye, bêkarî jî roj bi roj di zêdebûn deye û buhayê diravê Îranî jî gelek dabeziye û tê payîn ku piştî 4ê meha 11an ya 2018an rewşa abûrî ya Îranê hîn aloztir bibe.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.