Şirketeke biyanî ya dî jî xwe ji Îranê dikişîne

kompaniyên biyanî yek bi yek ji Îranê der dikevin
کوردستان TV
100%

 Şirketeke biyanî ya dî jî ji ber tirsa ceza û dorpêça Amerîkayê ya li ser Îranê, dixwaze xebatên xwe yên li Îranê bide sekinandin.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  Şirketa Elmanî Volkswagenê ji Amerîkayê daxwaz kiribû ku ew ji ber xebatên xwe yên li Îranê, neyên cezakirin. Lê belê di vê mijarê de levhatinek çênebû. Ji ber vê yekê Şirketa Elmanî Volkswagenê biryar da ku hemî xebat û bazarên xwe yên li Îranê bide sekinandin.

Volkswagenê ji bo demek dirêj xwe ji Îranê vekişandibû, lê belê ji ber ku Amerîkayê peymaneke nukleerî bi Îranê re kir, careke dî biryar dabû ku li Îranê bixebite.

Ji ber dorpêça Amerîkayê, gelek şirketên biyanî dest û lingên xwe ji Îranê kişandin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.