Serokê tevgera hizbulaha Libnanê Hesn Nesrula di gotareke xwe de yaku li Libnanê pêşkêş kir, gef li hikûmeta Îsraîlê kir û got: Çek û mûşekên me yên pêşkeftî hene.
Nesrulah herwiha diyar kir ku plan û projeyên Îsraîl û Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê têk çûne û tişta ku Îsraîl û Amerîka dixwestên li wan welatan pêk were, pêk nehat.
Nesrulah anî ziman ku artêş û hikûmeta Îsraîlê ne weke berê ne û nikarin dema ku bixwazin li Libnanê operasiyon bikin jiber ku niha di destê hizbulahê de çek û mûşekên pêşkeftî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin