Îro li Dihukê devreya 23mîn ya derçûna xwendekarên Zanîngeha Dihukê bi dawî hat.
Di ahenga bidawî hatina vê devreya han de, Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya zanîngeha Dihukê ya di warê zanistî û pêgehandina nibşeke xwedan zanist li Kurdistanê de.
Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de pîrozbayî li xwendekarên zanîngehê û herwiha stafa zanîngeha Dihukê kir û anî ziman dema ku Kurdistanê di nava rewşeke dijwar û aloz de bû, û neyar dixwestin Kurd û zarokên Kurdan ji xwendinê bêpar bihêlin, Serok Barzanî rê neda ew pilan serkeftî be û bi her awayî hewl da daku zanîngeha Dihukê di warê pêgehandina xwendekaran de berdewam be û bi vê rengî jî zanîngeha Dihukê berdewam bû.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa girîngiya pewerdehiyê bo pêşeroja Kurdistanê kir û got lazime armanca tevahiya me awedan kirina Kurdistaneke pêşkeftî û serdemiyane be û ew yek jî bi rêya zanistê û hîn bûna zanistê dibe lewre lazime em gelek girîngî bi zanist û xwendinê bidin.
Derçûna we serkeftineke mezine û ew serkeftina han jî vê bibe bingeheke bo avedan kirina Kurdistaneke pêşkeftî û pêşerojeke baştir bo gelê Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de şîret li xwendekaran kir û got: Avedan kirina Kurdistanê di destê we deye û lazime hun weke sermayeya pêşeroja Kurdistanê qedirê welatê xwe û ew destkeftên ku hatine bidest xistin bizanin û xwe li hember Kurdistanê berpirsiyar bizanin û lazime xebat û têkoşîna wan kesên ku Kurdistanê gehandine îro jibîr nekin, jiber ku em tevahî deyndarên wanin, lazime em qedirê pêşmerge û şehîdên xwe bizanin û xudan ji ked û xebata wan derkevin û bihev re hewl bidin daku welatê xwe bihgehînin astek ku pêşmerge, şehîdên me û xelkê Kurdistanê pê dilxweş bin.
Em hemû xudanên vê welatî ne, lazime em hemû berpirsiyartiyên xwe li hember welat û gelê xwe bicîh bînin, lazime hun jî bi berpirsiyartiya xwe bihesin û di pêşerojê de kerên xwe li hember welat û gelê xwe bicîh bînin.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku lazime di pêşerojê de jî hikûmet derfetên karî di her warî de bo derçûyên zanîngehan biafirîne hem li kertê giştî û him jî li kertê taybet, lê lazime em hemû bi hev re hewl bo vê yekê bidin lazime hun jî hevkariya me bikin daku em bikaribin derfetên karî bo tevahiya we biafrînin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa hilbijartinên 30 Îlonê jî kir û got: Hun di nava çend rojên din de li hember cerbandineke gelek girîng de dibin, ew jî hilbijartinên 30 Îlonê ye, lazime hun bi coşeke mezin beşdariya hilbijartinan bikin û erkên xwe bicîh bînin û dengên xwe bidin nunerên xwe, dengên xwe bidin ew kesên ku hun bi wan bawerin ku dikarin xizmeta welat û gelê Kurdistanê bikin, lazime dengê xwe bidin wan kesên ku me li hember êrîşên terorîstan parastin, lazime hun dengê xwe bidin wan kesan ku rê nedan dagîrker careke din Kurdistan dagîr bike û pêgeha destûrî ya Kurdistanê ji nav bibe. Hun lazime baş hizrên xwe bikin û bizanibin ku dengê xwe didin kî, nabe dengê xwe bidin wan kesên ku bi gotinên nerast vê sozan bi we bidin, lazime hun çav vekirî bin û bizanibin ku heta niha kî Kurdistan parastiye û xizmeta Kurdistanê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin